Wezîrekê Îsrayîlê: Em li gel Îranê di cengeke rasterast de ne

Wezîrekê Îsrayîlê ragehand ku kevtîne cengeke serbazîya rasterast li gel Îranê û Ew ceng di welatên din de ye û hêj nehatîye veguhaztin bo nav axa Îraqê.

K24- Hewlêr

Wezîrekê Îsrayîlê ragehand ku kevtîne cengeke serbazîya rasterast li gel Îranê û Ew ceng di welatên din de ye û hêj nehatîye veguhaztin bo nav axa Îraqê.

Tisahî Hangbî, wezîrê Îsrayîlê bo karûbarên dewletê, di ragehandinekê de ku ji alîyê Desteya Weşan a Îsrayîlê ve hat belavkirin, aşkwera dike, welatê wî pêgeheke Îranî li nêzîk Dîmeşqê burdûman kirîye ku di wê pêgehê de firokeyên bêfirokevan dihatin amadekirin daku hêrişê bikin ser Îsrayîlê û kuştina hevwelatîyên bêtawan.

Tekez jî kir, niha cengeke seerbazîya rasterast di navbera Îsrayîl û Îranê de destpêkirîye, belê Îran dixwaze me mandî bike û hevkarîya darayî û çekan pêşkêşî rêkxistîyên teroristî bike.

Her di wê ragehandina wî wezîr hatîye, Ew pêgeha Îranî ewa şeva buhirî li nêzîk Dîmeşqê ji alîyê Îsrayîlê ve hat burdûman kirin, firokeyên bêfirokevan bombrêjkirî made dikirin daku welatîyên cuhî bikin armanc.

Got jî: Demeke supayê Îsrayîlê çavdêrîya wê pêgehê dike û berî ku Îranî pilana hêrişên xwe bo Îsrayîlê cîbicî bikin, Îsrayîlê ew burdûman kirin.