Tirkiyê karwaneke din ya Leşkerî şande ser sinûrê Rojavayê Kurdistanê
Artêşa Tirkiyê karwaneke din ya Leşkerî şand ser sinûrê Rojavayê Kurdistanê, beramberî Grê Spî.
K24- Hewlêr
Artêşa Tirkiyê karwaneke din ya Leşkerî şand ser sinûrê Rojavayê Kurdistanê, beramberî Grê Spî.
Artêşa Tirkiyê ji Fermandarîya 20 ya Riha ya Bakurê Kurdistanê karwaneke din ya çekê giran şande ser sinûrê Rojavayê Kurdistanê.
Ev karwanê leşkerî ku li beramber Girê Spî ya Rojava hate bicîhkirin, ji çekê gran û teqemeniyê pêk dihat.
Hêza leşkerî di demjimêrên sere Spêdê di nav ewlekariyeke tund de, derbazî xalên sinûrî bûn.