Soylu: Min diyarî ji Qeyyûm ê Mêrdînê wernegirtiye!

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu diyarkir, ku diyarî ji Qeyyûm ê Mêrdînê wernegirtiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu diyarkir, ku diyarî ji Qeyyûm ê Mêrdînê wernegirtiye û biryara vêkolînê di babetê de, da ye.

Ji aliyê xwe ve Qeyyûmê Şaredariya Mêrdînê Mistefa Yaman jî anî ziman, k utu diyarî nedan e, birêvebirên desthlata Tirkiye. Min diyarî nedan e Serokomar û Wezîrê Navxweyî, ne jî birêvebirek din ê desthilatê. Tu fatura û belge di vê babetê de jî, nîn in.

Lê, Şaredarê jikar hatî dûrxistin Ahmet Turk destnîşan kiribû, ku di destê wî de fatura û belge hene, ku Qeyyûm diyarî dan e Serokomar û Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment