Derçûyên Zimanê Kurdî amade ne li şaredariya Stenbolê Kurdî fêr bikin
Tê çaverêkirin Şaredariya Stenbol mehên pêş me cara yekem ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî dê kurs veke.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tê çaverêkirin Şaredariya Stenbol mehên pêş me cara yekem ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî dê kurs veke. Bi sedan kesên beşa ziman û edebiyata Kurdî yên ji zankoyên li Bakurê Kurdistanê derçûne lê nehatine tayînkirin, ji xebatên kursa Kurdî dilxweş in û ew hêvîdar in xebata li ser zimanê Kurdî bo şaredarên din jî bibe nimûne.
Şoreş Çîçek yek ji derçûyê beşa zimanê Kurdî ya zankoya Artûklu ya Mêrdînê ye lê ji ber ku bo Kurdî sala dawî ji bo mamostetiya Kurdî tayînek nehat kirin ji bajarê xwe Bedlîsê bo peydekirina kar koçî Stenbolê dike.
Ragihandina perwerdehiya kursa zimanê Kurdî di şaredariya Stenbolê de ku dê yekem car be ji bo Çîçek ku bi salane li benda tayînkirinê ye dibe hêviyek.
Derçûyê Beşa Zimanê Kurdî Şoreş Çîçek ji K24ê re got: “Em wek mamosteyên Kurdî amade ne di kursên Kurdî yên şaredariya Stenbolê de dê bê vekirin dersê bidin. Lazim e malbatên Kurd ên li Stenbolê jî bila girîngiyê bidin vê mijarê û bi daxwaznameyek serî li şaredariyê bidin da ku zarokên xwe bişînin kursa Kurdî. Ev mafekî rewa ye.”
Gelek Kurdên ku beşa ziman û edebiyata Kurdî a 4 sal qedandine hene lê ji ber ku di beşa xwe de nayên tayînkirin warê bav û kalê xwe bi cîh dihêlin û bo debara mala xwe berê xwe didin xerîbiyê.
Emer Faruk Feyat piştî ku li Mûşê 4 sal li ser beşa zimanê Kurdî xwendina xwe diqedîne dibêje, dema proseya aştî bo mamostetiya Kurdî gelek kes hatin tayînkirin lê piştî bidawîbûna proseyê, tayînkirina mamosteyên Kurdî gelek daket. Li gorî wî destpêkirina perwerdehiya zimanê Kurdî di şaredariya Stenbolê de wê bo şaredarên din jî bibe nimûne.
Emer Faruq Feyat dibêje: “Pêwîst e ev kurs di şaredariyê de vebin. Li Stenbolê bi milyonan Kurd hene lê ji fêrbûna zimanê xwe mehrûm in. Tevî vê lazim e di destûrê de fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî bê nivîsandin. Ji bo vê parlamenter di parlamentoyê de di rojeva xwe de cîh bidin vê meseleyê.”
Ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve herî dawî 20 hezar mamoste bo beşên cuda hatin tayînkirin, lê ji bo mamostetiya Kurdî kesek nehat tayînkirin.