Natinyaho soz dide Lubnan baceke giran dê bide

Di yekem hevpeyvîna xwe de, piştî girjîyên evro di navbera welatê wî û Hizbullaha Lubnanî rûday û piştî ku Hizbûllah a Lubnanî gundek li bakûra Îsrayîlê kirîye armanc, Binyamîn Natinyaho, serok wezîrên Îsrayîlê soza tole vekirinê da.

K24- Hewlêr

Natiyaho di hevpeyvînekê de berî destpêkirina civîna şîretmendîyê li gel fermandeyên dezgehên ewlekarîyên wezareta berevanîya welatê xwe tekez kir, Lubnan baceke gelek giran ji encama hêrişa Hizbullah bo ser bakura Îsrayîlê divê bide.

Serok wezîrên Îsrayîlê daxwaz ji wezîrên hikumeta xwe jî kir ti  axivtinan li ser ser wan girjîyan nedin. Ev di demekê de bû ku bi egera şer çêbûnê di navbera Îsrayîl û Hizabûllah a Lubnanî de li deverên sinûrî, Natinyaho ku di dîdarekê de bû li gel serokê Hindorsê; ew dîdar bi dawî anî.

Ev axivtinên serok wezîrên Îsrayîlê piştî wê yekê dihêt ku evro dû girûpên çekdarên ser bi Hizbullaha Lubnanî hêrişeke serbazî bo ser gundê Efîfîm li bakûra Îsrayîlê encamdan û li gor zanîyaran serbazeke Îsrayîlî hatîye kuştin û yek dî jî birîndar bûye.

Serok wezîrê Îsrayîlê jî li beranebr ragehand ku ew hêrişa Hizbûllah ti zîyan nebûye.

Şer di navbera herdû alîyan berdewame û rewşa awarte li nexweşxaneyên bakûra Îsrayîlê hatîye ragehandin.