Erdogan: HDP li jêr kontirola PKKyê û CHP jî bi wan re milbiml e

Serokomarê Tirkiyê, rexne li Ekram Îmamoglu, Şaredarê Stenbolê digre li ser serdana wî bo Diyarbekirê civîna wî li gel şaredarên HDPyê, ewên ku ji kar hatine dûrxistin. Erdogan dibêje, HDP di bin kontrola PKKê de ye û CHP jî bi wan re milbimil e.

K24- Hewlêr

Receb Tayîb Erdogan,  serokomarê Tirkiyê got: Wa şaredarê Stenbolê çû Diyarbekirê. Bi kî re çi diaxive? Bi kesên tevli terorê re bûne, dest bi dest e û dibêje, Em bi hev re ne. Di her delîveyekê de diçin ba hev. Li ser rêvebirina bajarên ku bidest xwe xistine, bi taybet li ser rêvebirina Stenbolê diaxivin.

Herweha got: Diçin ba şaredarên ku jiber piştevaniya terorê hatine dûrxistin û piştgirî didin wan. Şûna li ba welatê xwe û milletê xwe bin, diçin li gel partiya di bin kontrola rêxistina terorê de ye. yên nekarin rêxistina terorê şermezar bikin, li hember derbekaran helwest wergirin nekarin bibin şaredar û nekarin bibin siyasetmedar.