Sazîyên civakî daxwaza aştîyê kirin
Li Enqereya paytexta Tirkiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê çalakiyeke birêve çû. Bernameya ku bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD, DÎSK, KESK û Komeleya Piştevaniyê ya 10ê Cotmehê hate kirin, pêşî li ber Xara Trênê ya Enqereyê ku li vir di 10ê Cotmeha 2015an de li dijî mitînga Aştî û Kedê di encama teqîna 2 xwekujên DAIŞî da 103 kesan canê xwe ji dest dabû, daxuyanî hat dayîn û banga aştîyê hat kirin.
K24- Enqere

Parlamentera Enqereyê ya HDPê Fîlîz Kerestecioglu dibêje, îro li cîhanê polîtîkayên şerî serdest e lê divê êdî hemû alî û gel dengê xwe derxe û aştî were Tirkîye û hemû cîhanê.
Filiz Kerestecioglu, parlamentera HDPê, got:"Divê navê vê qadê bibe qada aştîyê. Lewra 103 kesan ji bo aştîyê li vir canê xwe dan. Divê êdî polîtîkayên şerî biguhere. Ji loma divê her kes dengê xwe derxe û bibêje em aştî dixwazin. Hêvîdar im kul i Tirkîyeyê jî tifaqa demokrasîyê ava bibe û aştî were Tirkîyeyê."
Cîgirê Serokê Komeleya 10ê Cotmehê Îhsan Seylan jî dibêje, em her sal di yekê Îlonê roja aştîyê da pêşî tên ber vê bîrdarîyê û ji vir banga aştî û çareserîyê dikin.
Xatîya Kadrîye Ozgana Sêrtî ku ew xalê Wahdettin Ozgan di teqîna 10ê Cotmehê da winda kirîye dibêje, digel ku me ewqasa bedel daye jî em dîsa doza aştî û çareserîyê dikin.
Li gel nûner û serkirdeyên komele û sendîqeyan, hin rêveberên HDPê jî di çalakiyê de amade bûn. Piştî ku ser navê beşdaran daxuyanî hat dayîn bo bîranîna qurbaniyên komkujîya Gara Trênê li bîrdariyê qerenfîl hat dayîn û girse belav bêbûyer belav bû.