Erdogan bo ewên divên patîyên damezirînin: Derkevin meydanê û hizr û daxwazên xwe bêjin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan balê dikşîne ser hewlên avakirina partiyên nû û dibêje: Hêzên derve dibêjin, em ji AK Partiyê çend cuda bin başe. Erdogan bal kişand ser hewlên avakirina partiyên nû û got, li pişt deriyên girtî û bi çaverêkirina kirîzê siyaset nabe û bang li wan kir, derkevin meydanê û hizr û plan û daxwazên xwe bêjin.
K24- Hewlêr

Receb Tayîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, got: Hewl didin, biçûk-mezin- çend ji AK Partiyê cuda bikin, baş dibînin. Pesnê hinekan tê dayîn û bangeşeya wan tê kirin.
Got jî: Me ev lîstik berê pir dîtin. Tu lîstika endazyariya siyasetê heta niha ser neketiye. Yên gotina wan ji bo miletê nebe û tenê bi lîstika hêzên derve gav bavêjin ser nakevin. Li paş deriyên girtî û li benda derketina kirîzê siyaset naye kirin. Bi tomet û direw û gefan jî siyaset nabe.
Herweha got: Eger hun dixwazin siyaset bikin, divê hun derkevin pêş miletê û hemû hizr û xeyal û planên xwe bêjin. Eger gotina we bo miletê nebe, wê demê diyar e tenê ji bo hêrs û daxwazên xwe hun tevdigerin. Mexrûr nikarin ser bikevin. Dibe ku kêmasiyên min jî yên AK Partiyê jî di hin mijaran de hebin. Dibe hin şaştiyên me jî hebin. Pêwîstî hebe em ji bo vê yekê gavan bihavêjin.