Demîrtaş careke din derdikeve pêş dadgehê
Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş îro careke din tê dadgehkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş îro careke din li Enqerê tê dadgehkirin.
Dadgehkirina Demîrtaşî dê îro li Enqerê bi rê ve biçe û heta sibe jî berdewam bike. Hevserokê berê yê HDPê bi avakirin û rêvebirina rêxistina terorê û bangeşekirina terorê tê tohmetbarkirin û ji bo wî 142 sal ceza tê xwestin.
Demîrtaş nêzikî 3 salan e zindanî ye û di 20ê Çiriya Paşînê ya sala 2018an de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daxwaza azadiya wî kiribû lê hikûmeta Tirkiyeyê ev daxwaz red kiribû.
Pêştir jî Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar gotibû, doza Demîrtaş ne hiqûqî ye û tenê sîyasî ye û ew her çiqas hêvîdar bin ku Demîrtaş bê azadkirin jî, ji ber ku cizayê wî yê pesendkirî heye, niha tehlîyekirina wî ne pêkan e.
S. B