Dadgeha Tirkiyê biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş da

Dadgeha bilinda Enqereyê bi piranya dengan biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş da.

K24- Hewlêr

Dadgeha bilinda Enqereyê bi piranya dengan biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş da.

Dadgehkirina Demîrtaş li Enqereyê birrêve çû û Demîrtaş bi xwe jî made bû li Dadgehê. Duv re dadgehê biryar da Selahedîn Demîrtaş bihêt azadkirin.

Nûçeghanê kurdistan 24ê ragehand: Dadgeha blinda Enqereyê biryara azadkirina hevserokê berê yê HDPyê Selahedîn Demîrtaş da.

Ev nêzîkî sê salane Selahedîn  Demîrtaş zîndanîye û di 20ê/Çiriya Dûyê ya sala bûrî de jî  dadgeha Eewropayî ya mafê mirovan,  daxwaz ji Tirkiyê kirbû Demîrtaş bihêt azadkirina, lê hikûmeta Tirkiyê ev daxwaz red kiribû.