Îmamoglu bersiva tuhmetên Erdogan da

Îmamoglu bersiva tuhmetên Erdogan da

K24- Hewlêr

Serokê Bajarvaniya Stenbolê Îmamoglu bersiva tuhmetên Erdogan da û got: Kê terorîste? Tuhmeta "Terrorist" mirovan dêşîne.

Ekrem Îmamoglu, Serokê Bajarvaniya Stenbolê bersiva wan gotinên Erdogan da ku gotibû: "İmamoglu çi dike li Diyarbekirê? Çima li gel wan kesên pêwendiya wan bi terorê re heye kom dibe?"

Îmamoglu bersiva Erdogan da û got: Ehmed Turk siyasetmedarekê vî welatîye, Mizrakçi jî her wisa. Gotina Terror mirovan diêşîne û ne gotineke raste.

Ekrem Îmamoglu da zanîn: Ev kesayetîyên hanê welatîyên me ne: Dîyarbekir perçeyeke ji vî welatî. Evan welatiyan ser li Komisyona Bilind a Hilbijartinê dane û hatîne hilbijartin.

Herweha Îmamoglu got: Pêwiste bêrêzî li hemberî dengên gel nehêt kirin. Qeyyum şaşe, bêrêzîye û Em vê şaşîya hewe dê rexne bikîn heya hûn wê şaşîy rast nekin.