Erdogan: Êrişkirin bo ser Serokomar, êrişkirine bo ser hemû dezgahên siyasî yên Komara Tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Êrişkirin bo ser Serokomar, êrişkirine bo ser hemû dezgahên siyasî yên Komara Tirkiyê.
K24- Hewlêr
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Êrişkirin bo ser Serokomar, êrişkirine bo ser hemû dezgahên siyasî yên Komara Tirkiyê.
Erdogan, di rêûresmên vekirina Sala Dadwerîyê de, daxûyanî da û got: Wan bi duristkirina Belgeya Reforma Darazê, hemû daxwazên Yekitîya Ewropa bicîh anîn.
Recep Tayîp Erdogan 41 Saziyên Baroyan, ku beşdarî Rêûresma Qesrê nebûn, wekî alozkar û xerapkar bi nav kirin û got: Êrişa li ser Serokomariyê, êrişê li ser hemû dezgehên siyasî yên Tirkiyê ye.
Serokê Giştî yê Daraza Tirkiyê Îsmail Ruştî Cîrît jî, Dadweriya li Tirkiyê rexne kir û got: Li Tirkiyê dadgeh ne serbixwe ne û pêwist e bi şêwazek azad, li gorî yasayan biryaran bidin û wê demê, em dikarîn behsa destpêkirina demokrasiyê bikin.