HDP: Lezê bikin ji biryara azadkirina Demîrtaş
HDP di derbarê Hevserokê xwe yê berê Selaheddîn Demîrtaş de daxûyaniyek da û got: Biryarê, di zutirîn dem de, bi cîh bîn in.
K24- Hewlêr
HDP di derbarê Hevserokê xwe yê berê Selaheddîn Demîrtaş de daxûyaniyek da û got: Biryarê, di zutirîn dem de, bi cîh bîn in.
Partiya Demokratik a Gelan HDP di derbarê biryara Dadgeha Enqerê de daxûyaniyek da û got: Biryara dadgehê di cîh de ye û di zutirîn dem de, Demirtaş azad bikin.
Dadgeha Enqerê, Doza Selaheddîn Demirtaş beyî ku Ew û parêzerên wî amade bin, bi dengdana giştî ya dadweran biryara serbest berdana wî ragihandin.
HDP, biryar a Dadgeha Enqerê ya Cezaya Giran bi geşbînî pêşwazî kir, û xwest hevserokê wan ê berê, li gorî biryara dadgehê, were azad kirin.