Rayedarên HDP û CHPyê rexneyên serokomarê tirkiyeyê nirxandin

Dengvedanên li ser serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya Diyarbekirê hîn jî didomim. Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan rexne li Îmamoglû kir û got; "we li Diyarbekirê di pişt deriyên girtî de çi soz dane?"

K24- Amed

Dengvedanên li ser serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya Diyarbekirê hîn jî didomim. Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan rexne li Îmamoglû kir û got; "we li Diyarbekirê di pişt deriyên girtî de çi soz dane?" Serokê CHP'ê yê Şaxa Diyarbekirê got; kesên ku serokomar bi terorbûnê tomet dike, siyasetmedarên hilbijartî yên vî welatî ne. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê ji kar hatî dûrxistin jî got; em li ber deriyan çi axivîbin, em li pişt deriyan jî wê axivîne û me tenê doza destkeftiyên xwe kiriye.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan; serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû rexne kiribû û di vekirineke tomarî ya li Konyayê de gotibû ku; "Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Diyarbekirê, bi kê re çi diaxive? Bi kesên ku li terorê lefiyane re mil bi mil e." Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê dûrxistî Adnan Selçûk Mizrakli, li ser van rexneyan dibêje;  tiştekî ku em veşarî biaxivin tuneye; êdî van rexneyan jî em bêzar kirine.

Adnan Selçûk Mizrakli, hevserokê dûrxistî yê Şaredariya Diyarbekirê, got:"Bikaranîna hinek gotinên bê ser û ber bi rastî aciziyê peyda dike. Em li ber dergehan çi axivîbin, em li pişt dergehan jî wê axivî ne; me di çarçoveya demokrasiyê de doza piştgiriya mafê xwe kiriye. Ev tiştên tên kirin, ne li hember hiqûqê, ne li hember wijdanê ne jî li hember edaleta Xweda, bê bersiv namînin."

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku di hilbijartina dubare ya Stenbolê de bi piştgiriya dengên HDP'ê dengekî zêde girtibû; bersiva rexneyên Serokomar Erdogan da. Îmamoglû jî got; "armanca me xurtkirina demokrasiyê ye; ez bi wan kesan re axivî me ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê gotibû; tu pirsgirêka van kesan tuneye, dikarin bibin berbijêr."  Serokê CHP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Mehmet Sayin jî dibêje; êdî ev rexne cihê xwe nagirin, lewra tiştekî derhiqûqî nehatiye kirin.

Mehmet Sayin,serokê CHPyê ya Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Wekî tê zanîn bernameyeke Ekrem Îmamoglû ya dîlanê hebû. Di wê navberê de jî hat Diyarbekirê, hevdîtin hatin kirin. Hevdîtin jî bi berbijêrên ku ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin re hatine kirin. Ne bi dizî bû, ne li pişt deriyan bû, peyamên hatin dayîn jî li hember çapemeniyê, bi awayekî zelal hatin dayîn. Divê êdî desthilatî dev ji van rexneyan berde û li rojeva esasî ya Tirkiyeyê vegere."

Rayedarên desthilatiyê hevdîtinên Ekrem Îmamoglû yên bi HDP'ê re rexne dikin. Rayedarên CHP'ê yên herêmê û rayedarên HDP'ê jî amaje dikin ku wan ji bo destkeftiyên xwe doza mafên xwe yên rewa û piştgiriya demokrasiyê kiriye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a65a95d4-de8e-4fc4-8ae5-58ea93902ef5/090319WPM.ism/manifest