Egera hilbijartineke pîşwext li Tirkiyeyê tê niqaşkirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sezaî Temellî di mîtînga 1ê Îlonê de bang li hilbijêrên HDPê kir ku xwe ji bo sendoqan amade bikin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di axaftinên xwe yên demên dawîn de balê dikêşe hilbijartinan. Çavdêrên siyasî amaje dikin ku rewşa niha ya Tirkiyeyê nîşaneya hilbijartinek pêşwext e ku dê di hilbijartinek pêşwext de aktorên Kurdan di qada siyasî de dê ne wek hilbijartina 2018ê be.

K24-Amed

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Sezaî Temellî di mîtînga 1ê Îlonê de bang li hilbijêrên HDPê kir ku xwe ji bo sendoqan amade bikin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di axaftinên xwe yên demên dawîn de balê dikêşe hilbijartinan. Çavdêrên siyasî amaje dikin ku rewşa niha ya Tirkiyeyê nîşaneya hilbijartinek pêşwext e ku dê di hilbijartinek pêşwext de aktorên Kurdan di qada siyasî de dê ne wek hilbijartina 2018ê be.

Di derbarê hilbijartinek pêşwext de daxuyaniyên siyasetmedaran her ku diçe zêdetir dibin. Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li Diyarbekirê bang li xelkê kir ku amadekariya sendoqan bikin, serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî amaje kir ku ew ê rikeberên xwe di hilbijartina di dorê de têk bibe. Çavdêrên siyasî jî balê dikêşin ser rewşa dawî ya Tirkiyeyê û îxtîmala hilbijartineke pêşwext dûr nabînin. Çavdêrê Siyasî û Serokê Ak Partî yê Şaxa Diyarbekir ê berê Aydin Altaç jî dibêje rewşa aboriyê û siyasetê, Tirkiyeyê ber bi hilbijartinek nû ve dibe.

Aydin Altaç, çavdêrê siyasî, dibêje:"Li Tirkiyeyê rewşa aboriyê xirap e. Derdora Tirkiyeyê jî şer heye û ev yek bandorê li Tirkiyeyê dike. Avakirina 2 partiyên siyasî jî di rojevê de ye. Dema em giştî liv ê rewşê dinihêrin em dikarin bibêjin ku îxtîmala hilbijartineke pêşwext mezin e."

Di egera hilbijartinek pêşwext de helwesta Kurdan jî tê mereqkirin ku çavdêr û nivîskar dibêjin divê Kurd ji bo hilbijartinek pêşwext hişyar bin. Nivîskar Mîhdî Perînçek balê dikêşe k udi hilbijartinên salên dawîn de encam ji bo Kurdan bêwate derketine û her ku hilbijartinek çêdibe Kurd bêhtir ji daxwazên neteweyî dûr dikevîn û bi rêya çepên Tirkan û sosyaldemokratan dikevin pergala entegrasyonê.

Mîhdî Perînçek, nivîskar, got:"Li Tirkiyeyê wateya hilbijartinê ji bo Kurdan tenê wergirtina pirraniya dengan e û ji bilî wê jî çi wateya wê nema ye. Sedema wê jî ew e ku piştî hilbijartinên parlementoyê parlementerên Kurdan hatin girtin. Piştî hilbijartinên herêmî jî qeyyum hatin tayînkirin. Ji ber vê yeke wateya hilbijartinan bo Kurdan nema ye."

Li gorî yasayên Tirkiyeyê kesek ji 2 caran zêdetir nikare bibe serokomar û ji ber wê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartina bê ya asayî de nikare bibe namzetê serokomariyê; lê ev yek tenê di mercekê de pêkan e, eger biryara hilbijartinek pêşwext ji aliyê parlementoyê ve were dayîn wê demê Recep Tayyîp Erdogan dikare bibe namzet, lê ji bo vê yekê jî denge 360 parlementeran pêwîst e û hijmara denge tifaqa cumhur 340 e.  Ji ber vê yekê jî tifaqa millet dijberê hilbijartineke pêşwext e û HDP dibe aktorê stratejik.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9cb43438-217a-4186-9404-8ab28edc1a45/090319WPW.ism/manifest