CHP: Nabe hikûmet ji bo pêvajoya aştiyê Ocalan bibîne
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, nabe hikûmeta Tirkiyê danûstandinê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, nabe hikûmeta Tirkiyê danûstandinê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bike.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji televîzyoneke taybet a Tirkiyê re axivî û di derbarê pêvajoya aştiyê de diyar kir, cihê pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsa Kurdî parlemento ye.
Kiliçdaroglu got jî: Nabe hikûmeta Tirkiyê, PKKê û rêberê wê Abdullah Ocalan wek aliyekî bibîne û danûstandinê pê re bike.
Serokê CHPê di derbarê destdanîna ser şaredariyên HDPê de jî ragihand, ne rast e qeyûm li ser şaredariyên HDPê werin danîn. Heger şaredarên HDPê pere rêkiribin Qendîlê, bila hikûmet wê yekê biçespîne. heger na jî, bila qeyûman bo ser şaredariyên HDPê erkdar neke. Erkdarkirina qeyûman herî zêde bi kêrî PKKê tê û jê sûdê dibîne.
Li Tirkiyê di sala 2013an de di navbera hikûmet û PKKê de "proseya aştî û çareseriyê" dest pê kiribû û HDP jî wê demê navbênkarî kiribû. Lê belê di Tîrmeha sala 2015an de bi kuştina du polîsên Tirk re, proseya aştiyê têk çûbû û di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûnên ku dest pê kirin û hêj jî berdewam dikin.
Di vê dema dawiyê de jî li Tirkiye û Bakurê Kurdisanê egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê her ku diçe di rojevê de bêhtir derdikeve pêş.
S. B