Erdogan: Divê em jî bibin xwediyê çekê atomî
Serokomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan dibêje, di destê welatên herî pêşketî de mûşekên atomî hene, pêwîst e mûşekên wan jî hebîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep tayip Erdogan dibêje, di destê welatên herî pêşketî de mûşekên atomî hene, pêwîst e mûşekên wan jî hebîn.
Erdogan li bajarê Sîwasê ragihand, di destê Amerîka û Rûsyayê de 12 ta 15 hezar mûşekên atomî hene, lê ji bo Tirkiyê qedexe ye ku mûşekên wan hebe.
Erdogan amaje bi Îsraîlê kir û got, Îsraîl jî xwedî mûşekên atomî ye û bi van mûşekan gefan li her kesî dixwe.
Tirkiye ne xwedî çekê atomî ye û ji sala 1980î ve pabendî rêkeftina qedexekirina belavbûna çekê atomî ye. Herwiha sala 1996an jî peymana qedexekirina taqîkirina çekê atomî îmze kiriye.
Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de tê, sîstema berevaniya esmanî S-400 ji Rûsyayê kirî. Serokê Beşa Hevkariya Teknîk a Leşkerî a Rûsyayê Dmitry Sugayev diyar kir, ku Tirkiye nêzîkahiyeke baş ji bo firokeyên şer Su-35 û Su-57an nîşan daye.
Nêzîkahiya di warê pişesaziya bergirî û çekan de di navberna Tirkiye û Rûsya de, ji alî welatên endamên NATO û Amerîka ve tê rexnekirin.
S, B