Tirkiye: 9 sal siza hemberî Kaftancioglu
Dadgeha Stenbolê 9 sal ceza da Seroka CHPyê Stenbolê Canan Kaftanciogluyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Stenbolê 9 sal ceza da Seroka CHPyê Stenbolê Canan Kaftanciogluyê.
Canan Kaftancioglu ji ber 5 tawanên cûda îro li Stenbolê hate dadgeghkirin. Kaftancioglu tohmetên dadgehê red kir û ragihand ko wê ti carî bangeşe ji bo terorê nekiriye û dewleta Tirkiyê bêrûmet nekiriye. Wê ti carî dijminahî nexistiye nava civakê. Lê Dadgeha Stenbolê bi tohmeta bangeşekirina terorê û bêrûmetkirina dewleta Tirkiyeyê 9 sal û 8 meh cezaya zindanîkirinê da Seroka CHPyê ya Stenbolê.
Canan Kaftancioglu, Seroka şaxa Stenbolê ya CHP ye û wekî yek ji wan kesan, ku herî zêde bandor di proseya hilbijartina Şaredarê Stanbolê Ekrem Imamoglu de kirin e, tê nasîn.
C.B