Dunford: Kiryarên yekalî dê zirarê bigihîn in pêwendiyên Tirkiye û Amerika
Serokerkanê Amerîkayê da xuyakirin, egera êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê heye, dê ew ziyanê bide pêwendiyên aliyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkanê Amerîkayê da xuyakirin, egera êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê heye, dê ew ziyanê bide pêwendiyên aliyan û got, ji bo têkşikandina bermahiyên DAIŞê pêdiviya HSDê ji bo alîkariya Hevpeymaniya Navnetewî heye.
Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford di panêla Konseya Pêwendiyên Derve de axivî û got, li bakurê Sûriyê ji bo şerê DAIŞê pêwîstî bi 50-60 hezar hêzên serbaziyên herêmî heye û heta niha nîvê vê hatine amadekirin.
Da zanîn, her çend DAIŞ hatibe paşxistin jî, li Sûriyê û Iraqê hebûna xwe diparêze û şerê gerîla dike û bal kişand li ser metirsiya girtiyên DAIŞ yên di destê HSDê de.
Dunford got, gumanên Tirkiyê derbarî ewlekariya sînoran de rewa ne û bi vê armancê navendeke hevbeş ya operasyonê hatiye damezrandin û got, her tevgereke yekalî ya Tirkiyê dê ziyanê bigihîne pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê.
C.B