Ji 18 welatan nêzîkî 2 hezar marke beşdarê fuarê bûne

Lı Stenbolê ji 18 welatan nêzîkî 2 hezar markayên xurekan di fuara xurekan de hatin ba hev. Tê pêşbînî kirin bi rêya vê fuarê ji 90 welatan nêzîkî 50 hezar kiryarên mezin beşdar bibin û hinardeya vê sektorê ji 30 zêdetir bibe.

K24- Stenbol

Lı Stenbolê ji 18 welatan nêzîkî 2 hezar markayên xurekan di fuara xurekan de hatin ba hev. Tê pêşbînî kirin bi rêya vê fuarê ji 90 welatan nêzîkî 50 hezar kiryarên mezin beşdar bibin û hinardeya vê sektorê ji 30 zêdetir bibe.

Yek ji giringtirîn fuara xurekan ya binavê CNR Food Îstanbul li gel beşdariya gelek kompaniyên Tirkiyeyê bi beşdariya kompaniyên ji 18 welatên wek Rusya,Malezya,Çîn û welatên din hat pêşberî beşdaran. Di vê fuarê de nêzîkî 2 hezar markayan ji her cûre berhemên xwe yên xurekan anîne pêşberî welatî, û kiryaran. Di fuarê de yek ji tişta herî balkêş ev peykerên ku ji şîrînahiyan hatî çêkirine .Dinav van peykerên ku ji şîrînahî û çîkolatayan hatî çêkirin de ji peykerên mirov û heywanan bigirin heta karakterên navdar yên karton fîlman peykerên gelek balkêş cihdigirin.

Sîbel Hatun,hostaya peykerên şîrînahiyan, dibêje:''Em van peykeran piranî ji hevirê şekirê çêdikin lê carinan ji paste û çikolatan jî em peykeran çêdikin.Çêkirina wan hinekê zehmete lê ez ji kare xwe gelekî hezdikim.Bi rêya van peykeran me heta niha gelek xelat wergirtîne. Vê carê jî me xwest em li vê fuarê nişan bidin. ''

Yek ji xwediyê kompanyayeka beşdarî vê fuarê bûyî ragihand bi rêya van fuaran ew hersal mişteriyên xwe zêdetir dikin û li gel zêdetir zêdetir welatan hinardeyê pêktînin.

Savaş Ozcan, xwediyê kompaniyekê, dibêje:''Kompaniya me berhemên cûda hildiberîne. Piraniya berhemên xwarin hazir in yanî konserve ne.Sektora xwarinên hazir herdiçe mezintir dibe .Em niha hinardeya xwe piranî ligel welatên Ewropî dikin lê bi rêya van fuarên wiha mişteriyên me ji welatên Rojhilata navîn her diçe zêdetir dibe.''

Sektora xwarin û vexwarinan ya Tirkiyeyê ya ku qebareya wê digihêje 400 milyar lîreyan di vê fuarê de ji aliyan ve tê danasîn û tê pêşbînî kirin ji 90 welatan nêzîkî 50 hezar kiryarên mezin beşdar dibin û hinardeya vê sektorê ji 30 zêdetir bibe.