HDP: Dozger siyasî tevdigerin
Partiya Demokratik a Gelan HDPê, diyarkir: Dozgerê Komarî di derbarê rêveberên partiya wan ên Diyarbekrê de, lêpirsîn da ye destpê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratik a Gelan HDPê, diyarkir: Dozgerê Komarî di derbarê rêveberên partiya wan ên Diyarbekrê de, lêpirsîn da ye destpê kirin.
HDP daxûyaniyek di derbarê vê mijarê de ragihand û got: Bi rêya dozgeran hûn nikarin vê arîşeyê çareser bikin, babet sîyasî ye û bi pirsa Kurd ve girêdaye.
HDP destnîşan dike: Bi salan e, polîsên we, êrîşî dayikan dike. Bi hezaran dayik li zarokên xwe dipirsin, ku dewletê wenda kirin e. Eger dilovaniya we ji bo dayikan heba, da bersiva Dayikên Şemiyê bidin, ku hejmara wan bi hezaran e.
HDP herweha got: Ev kar ne yê dozger û lêpirsînan e, bûyer bi Pirsa Kurd ve girêda ye, sîyasî ye û pêwist e di Parlamenê de, were çareser kirin.
Wekî HDP, ji kul û azarên dayikan baş fêmdikin û eger hûn rast û dûrist in, dayikan bîn în Parlemê û guhdarî daxwazên wan bikin.
C.B