Bulent Arinç: Tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne

Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.

K24- Hewlêr

Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.

Endamê Encumena Şêwirmendî ya Serokomariya Tirkiyê û Serokê Berê yê Parlamentoyê Bulent Arinç da xuyakirin, di danîna qeyumanan de kêşeyeke yasayî nîne. Da xuyakirin, ew tenê Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk nas dike û da zanîn, Ehmed Turk kesekî rêzdarê e, tu pêwendiya wî bi terorê nîne û bo aştiyê jî gelek kar kiriye.

Arinç got, ji ber twîtên beriya şeş salan, seroka şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu bi 9 salan hatiye sizakirin. Da zanîn,  twîtên Kaftancioglu di çarçoveya azadiya hizr û ramanê de nê û divê rêz li vê azadiyê bê girtin.

Arinç derbarê bûyera kuştina rêvebera PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de jî da xuyakirin, nabe dewlet bi demançeyên bêdeng mirovan bikuje, divê wan bigre û bi awayeke dadwerane dadgeh bike.