Bulent Arinç: Tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne
Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.
K24- Hewlêr
Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.
Endamê Encumena Şêwirmendî ya Serokomariya Tirkiyê û Serokê Berê yê Parlamentoyê Bulent Arinç da xuyakirin, di danîna qeyumanan de kêşeyeke yasayî nîne. Da xuyakirin, ew tenê Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk nas dike û da zanîn, Ehmed Turk kesekî rêzdarê e, tu pêwendiya wî bi terorê nîne û bo aştiyê jî gelek kar kiriye.
Arinç got, ji ber twîtên beriya şeş salan, seroka şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu bi 9 salan hatiye sizakirin. Da zanîn, twîtên Kaftancioglu di çarçoveya azadiya hizr û ramanê de nê û divê rêz li vê azadiyê bê girtin.
Arinç derbarê bûyera kuştina rêvebera PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de jî da xuyakirin, nabe dewlet bi demançeyên bêdeng mirovan bikuje, divê wan bigre û bi awayeke dadwerane dadgeh bike.