Fermandarên Amerîkî ji bo herêma ewle seredana Tirkiye dikin
Ji bo herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê, 2 fermandarên Amerîkî serdana Tirkiyê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê, 2 fermandarên Amerîkî serdana Tirkiyê dikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Asimanî ya Amerîkayê Thomas Bergeson û Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê ya Amerîkayê Stephen Twitty dê hefteya bê serdana Tirkiyê bikin û digel berpirsên Serokerakaniya Tirkiyeyê rêvebirina herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê gengegeşe bikin.
Stephen Twitty di meha tebaxê de jî, seredana Tirkiyê kiribû.
Berî niha 2 rojan gera hevbeş ya Amerîka û Tirkiyê li Girêspiyê destpê kiribû. Lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan nerazî ye û dibêje: Amerîka herêma ewle ji bo parastina YPGyê dixwaze, ne ji bo çareserkirina xemên Tirkiyê.
C.B