Fermandarên Amerîkî ji bo herêma ewle seredana Tirkiye dikin

Ji bo herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê, 2 fermandarên Amerîkî serdana Tirkiyê dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê, 2 fermandarên Amerîkî serdana Tirkiyê dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Asimanî ya Amerîkayê Thomas Bergeson û Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê ya Amerîkayê  Stephen Twitty dê hefteya bê serdana  Tirkiyê bikin û digel berpirsên Serokerakaniya Tirkiyeyê rêvebirina herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê gengegeşe bikin.

Stephen Twitty di meha tebaxê de jî, seredana Tirkiyê kiribû.

Berî niha 2 rojan gera hevbeş ya Amerîka û Tirkiyê li Girêspiyê destpê kiribû. Lê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan nerazî ye û dibêje: Amerîka herêma ewle ji bo parastina YPGyê dixwaze, ne ji bo çareserkirina xemên Tirkiyê.

 

 

 

C.B