Civîna Rûsya, Îran û Tirkiyê derbarê rewşa Sûriyê li Enqerê dest pê dike

Li Enqereyê kopîtka sê alî ya Rûsya , Tirkiye û Îranê derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û parêzgeha Idlibê bi taybetî birêve diçe.

K24- Hewlêr

Li Enqereyê kopîtka sê alî ya  Rûsya , Tirkiye û Îranê derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û parêzgeha Idlibê bi taybetî birêve diçe.

Di civînê de hewil dihên dan  agirbest li bakura rojavaya Sûriyê berdewam bibe. Herweha  taybet li ser Idlib, ku êrşên vê dawyê yên artêşên Sûriyê bo ser idilbê û derdroa xalên çavdêrîyên Tirkiyê,  Erdogan dilgran kirîye. lewma jî di heftîya bûrî de wî  soz da  ku berisiva her êrşeke hikumeta Sûryê bidin eger hat û êrşî hêzên wan bikin.

Di çarçoveya vê kopîtkê de jî serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan cuda li gel serokê Rûsya Viladîmêr Putin û serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî civîya. herweha Putin  li gel serokomarê Îranê jî bi cuda civîya.

Pitşî civînên dû alî yên serokên her sê welatan, niha kopîtka her sê serokan derbarê rewşa Sûriyê destpêkir ye.