Enqere gefan li Emerîkayê dike
Wezîrê berevanîya Tirkiyê Xelûsî Akar, gefan li Emerîkayê.
K24- Hewlêr
Wezîrê berevanîya Tirkiyê Xelûsî Akar, gefan li Emerîkayê.
Akar gotî: Enqere hevkarîyên xwe li gel Emerîkayê dê ragire derbarê devera aram li bakûra Suriyê . eger hat û alîyên Emerîkî mijûlî dem kuştinê be.
Got jî: Wê çaxê me pilan xwe dibe û pilan B bikar dixîn.
Herweha got: Hevahengî me li gel Emerîkayê girêdayî ye bi dabînkirina berjewendîyên me.
Rûhin jî kir, Tirkiye dixwaze rêrewek bi kurahîya 30-40 Km bixe destê xwe.
Got jî: Ew rêrew divêt bihêt valakirin ji teroristan, ku mebesta wî hêzên desthilatdarên Kurdîye li deverê.
Xelûsî tekz jî kir, aramanca herî giring û dawîyê ya Tirkiyê ew ku dawîyê bihîne bi rêkxistîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekeyên Paraztina Gel (YPG) û Partîya Yekêtîya Demokrat (PYD) li bakûra Suriya û rê bo surîyan xweş bike daku vegerin.