Erdogan rêveberên Asayîşê diguhere
Li Tirkiyeyê Rêveberên Asayîşa 49 bajaran hate gûhertin.
K24- Hewlêr
Li Tirkiyeyê Rêveberên Asayîşa 49 bajaran hate gûhertin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan biryarnameyek derxist û Rêveberên Asayîşa 49 bajarên Tirkiyeyê gûhert.
Herwiha Rêveberên Asayîşa 14 bajaran, postê Çavdêriya Sereke ya Asayîşê bidest xistin. Çend Serokên Daireyên Asayîşê jî hatin gûhertin.
Tayîp Erdogan par jî parêzgerên 39 bajarên Tirkiyeyê gûhertibû.