Li Mûşê hemû core xwenîşandan û çalakî hatin qedexekirin
Li bajarê Muşê her cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hate qedexekirin.
K24- Hewlêr
Li bajarê Muşê her cûre xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hate qedexekirin.
Parêzgeriya Muşê ragihand: Di nava sînor û dervayî sînorên Tirkiyeyê de dijî rêxistinên terorê operasyonên serkeftî tên kirin û eger heye alîgirên rêxistinên terorê dijî vê yekê xwenîşandan û çalakîyan bikin. Ji bo rêgirtinê ji wê yekê ji aloziyan û parastina aramiya civakî heta 15 rojan her cûre xwenîşandan û çalakî hatine qedexekirin.