Xwarinên navdar ên Dîlokê li Stenbolê hatin nîşandan

Di festîvalê de bi sedan xwarin û şêrînahiyên ciyawaz ên bajêr hatin amadekirin û beşdar pê kêfxweş bûn.

 

K24 – Stenbol

Bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê ku wek bajarê xwarinê jî tê zanîn, li Stenbolê bi festîvaleke kulturî tehm û çêjên xwe yên bi nav û deng raxist ber çavan. Di festîvalê de bi sedan xwarin û şêrînahiyên ciyawaz ên bajêr hatin amadekirin û beşdar pê kêfxweş bûn.

Fistiq, şêrînahî û xwarinên navdar ên bajarê Dîlokê ku wek şehrê gastoronomî jî tê binavkirin, bi eleqeyeke mezin bi kêf û coş li Stenbolê bi rêya festîvaleke rengîn hatin nîşandan.

Di festîvala Xwarinên Dîlokê de ku ji hêla Komeleyên Dîlokî ve hatin lidarxistin hem xwarinên navdar ên vî bajarî hatin nîşandan, hem jî beşdar bi tehm û çejên cuda dilxweş man.

Aşpêj Mehtap Kizilaslan: "Ev xwarina kofteya bi nivîşk e ku li Entebê xwarineke gelek navdar e. Bi qasî di deh deqeyan de tê hazirkirin. Loma jin pir çêdikin."

Hemwelatî Nîlgun Pehlîwan: "Tehma vê gelek xweş e. Min cara yekem kofteya bi nivîşk xwar û min pir eciband."

Şêrînahiya herî navdar a bajêr ku bi navê katmer tê zanîn bi amadekirina şêwazeke ciyawaz a bala beşdaran kişand.

Şêrînahîfiroş Mistefa Aktaş: "Ya rastî şêrînahiya katmer bi eslê xwe wek şêrînahiya zavayê ye. Ji bo enerjiyê bide kesên dizewicin serê sibehê ev şêrînahî tê hazirkirin. Tê da fistiqa Entebê, to, nivîşk û şîrê taze heye."

Hemwelatî Serap Cobek-Hemwelatî: "Şêrinahiya vî bajarî gelek xweş û nûwaze ye. Bila her kes were ji van xwarin û şêrinahiyên bi tehm mehrûm nemîne."

Li Stenbolê ji her bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmareke xelk dijîn û salane bi rêk û pêk ji her bajaran sazî û dezgeh festîvalên bi wî awayî li dar dixin da kul i xeribiyê jî kultura xwe bidin naskirin.