Kiliçdaroglu: Azadnekirina Demîrtaş karesateke hiqûqî ye

Serokê Giştî yê CHPê dibêje, azadnekirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş karesateke hiqûqî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê dibêje, azadnekirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş karesateke hiqûqî ye.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, di demeke nêzîk de çaksaziya dadgehkirinê û projeyasaya lêborînê dê were rojeva Parlamena Tirkiyê û ewê li ser gengeşe bikin.

Da zanîn jî, ji parlamenter û heta mafnas û rêveberên rêxistinên sivîl û xwendekarên serbazî hezaran kes di zîndanan de bêguneh girtî ne û Tirkiye êdî li cîhanê wek welatekî nedadwer tê binavkirin.

Kiliçdaroglu got, diviyabû hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hatiba azadkirin, lê li ser daxwaza desthilatê careke din hatiye girtin ku ev karesateke mafnasiyê ye.

Ev yek di demekê de ye, roja 20ê Îlonê Dadgeha Sizayên Giran a Enqerê biryara zîndanîkirina hevserokên berê yên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê derkiribû.

 

S. B