2 leşkerên Tirkiyê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, mayîna ku berê li ser rê hatibû danîn, di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê de hatiye teqandin.
Aşkere kir jî, di encama teqîna mayînê de 2 leşkerên wan hatine kuştin.
Amaje bi wê yekê jî kir, li wê deverê operasyonên wan berdewam dikin.
Artêşa Tirkiyê ji sînorên Heftanînê heta Xakurkê demeke dirêj e dest bi operasyonê kiriye û li deverê carcaran şer û pevçûnên dijwar rû didin.
S. B