Li Tirkiyê egera hilbijartineke pêşwext heye

Li Tirkiyê ihtîmala pêkanîna hilbijartina pêşwext bi daxuyaniyên aliyên siyasî di rojeva vî welatî de wek mijareke girîng cîh digire. Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê Partiya Opozîsyona Sereke CHP amaje kir ew hilbijartina pêşwext rast nabînin lê desthilatdar dê ji ber neçariyê biryara hilbijartina pêşwext dê bide. Parlamenterekî HDP ji Kurdistan24 re ragihand divê hilbijartinek pêşwext were kirin.

K24- Hewlêr

Li Tirkiyê hilbijartinek pêşwext pêk were yan na? Di demên dawî de ev pirs di rojeva siyaset û medyaya vî welatî de zêdetir tê behskirin.

Partiya desthilatdar AK Partî ragihand hilbijartineke pêşwext di rojeva wan de tune. Her çiqas aliyê desthilatdar bi fermî bo raya giştî daxuyaniyeke bi vî rengî belav bike jî lê çavkaniyên nêzî vê partiyê beramberî AK Partî avakirina partiyên nû dest nîşan dikin û di wê baweriyê de ne ku hilbijartineke pêşwext dê pêk were.

Îhsan Aktaş, çavdêrê siyasî û civakî, got: Niha, ji hilbijartina plankirî ya 2023an re demeke dirêj heye. Li Tirkiyê salên dawî gelek hilbijartin hatin kirin. AK Partî berî her tiştî dixwaze, kêşeyên aborî safî bike piştre helwesta dengdêran nêzî xwe dît, wê îhtîmal heye ku beriya 2023an biryara pêkanîna hilbijartinê bide.

Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê Partiya Opozîsyona Sereke (CHP) di hevpeyvîneke xwe ya dawîn de der barê mijarê de amaje kir ew hilbijartineke pêşwext rast nabînin lê hikûmeta niha ji ber neçariyê wê biryara hilbijartina pêşwext bide.

Li gor Îmam Taşçierê parlamenterê HDP jî divê hilbijartineke pêşwext bê kirin. Taşçier, di wê baweriyê de ye ku beriya 2023an hilbijartinek wê were kirin.

Îmam Taşçier, parlamenterê HDPyê, dibêje: Lazim e hilbijartineke pêşwext were kirin. Çimkî AKP-MHP êdî nikarin dewletê bi rê ve bibin. Loma jî bi nêrîna min di rojên pêşiya me de hilbijartineke pêşwext xuya dike. HDP jî ji bo wê hilbijartinê re jî ji niha ve amade ye. Dengê me jî ji ya berê dê zêdetir bibe.

Di hin gotarên pispor û analist ên medyaya Tirkiyê de ji heman dozê dubare biryara girtinê ya Selahahttîn Demîrtaşê Hevserokê berê yê HDP û hewla avakirina partiyên nû ku ji hêla damezrînerên berê yên AK Partiyî ve tê dayîn wek nîşaneyên hilbijartineke pêşwext tê nirxandin.