Egera lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê

Li bajarê New Yorka Amerîkayê 74emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Serokkomarê Tirkîyê Erdogan jî ev çend roj in ku bo beşdarî civînê bibe û li gel Serokdewletê Amerîkayê Trump bicive li Amerîkayê ye.

K24- Enqere

Li bajarê New Yorka Amerîkayê 74emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî berdewam dike. Serokkomarê Tirkîyê Erdogan jî ev çend roj in ku bo beşdarî civînê bibe û li gel Serokdewletê Amerîkayê Trump bicive li Amerîkayê ye. Hevdîtina ku ji alîyê pisporan ve ji nêz ve tê şopandin, ji bo aqûbeta rêkeftina navçeya aram û rewşa Rojhelatê çemê Feradê girîg tê dîtin. Pispor didin zanîn heke Trump û Erdogan li ser navçeya aram û mijara Îranê da lihev bikin, eger heye ku Amerîka gemaroyên CAATSAyê li ser Tirkîyê nesepîne.

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdoagan li gel şandeyeke payebilind ku ji wezîr û burokratan pêk tê, ji bo ku beşdarî 74emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe di 21ê Îlonê da çû New Yorka Amerîkayê. Biryar e ku Erdogan di 24ê Îlonê da li Lijneya Giştî axaftineke bike û li gel Serokdewletê Amerîkayê Trump ra jî hevdîtinek dualî pêk bîne. Di rojeva her du serkirdeyan da mijarên girîng yên wek rêkeftina Navçeya Aram, projeya F-35an û bo Tirkîyê egera gemaroyên CAATSAyê hene. Ji loma jî serdana Erdogan ya bo Amerîkayê ji alîyê pisporên Tirkîyê ve bi baldarî tê şopandin.

Li gorî hin pisporan dibe ku di hevdîtina Erdogan û Trump da li ser rojhelatê çemê Feradê û di mijara Îranê da hin tiştên nû biqewimin.

Hasan Oktay, serokê KAFKASSAMê, dibêje:"Berîya her hevdîtin û mizakareyan hemû welat argumanên di destê xwe da bilêv dikin da ku bibandor bin. Ji loma jî daxuyanîyên Erdogan û li ser sînorê Sûrîyê liv û tevgerdarîya leşkerî ya Tirkîyê di vê çarçoveyê da ye. Li gorî min wê div ê hevdîtinê da encameke berbiçav derkeve. Bi taybetî jî di mijara Îran û rojhelatê Feradê da. Heke rêbikevin wê gemaroyên CAATSAyê jî neyên sepandin."

Li gorî hin pisporan jî, heke di vê hevdîtinê da li ser pêngavên bo navçeya aram rêkeftineke encam bide ew jî wê li ser şertê Amerîkayê ya parastina YPG û statûya Rojava be.

Suleyman Erdem, serokê Sazîya SASAMê, got: "Li gorî min di hevdîtina Erdogan û Trump da wê encameke pir cuda dernekeve. Yanê wê Amerîka hêzên xwe ji Rojhilatê çemê Feradê nekşîne û her wiha wê alîkarîyên xwe yên bo YPGê jî qut neke. Ji loma jî her du alî wê ji xwe ra wext peyda dikin. Lê tabî dibe ku ji vê hevdîtinê li ser gemaroyên.CAATSAyê rêkeftinekê derkeve. Ew jî bi şertê ku Amerîka YPG û statûya Rojhelatê Feradê bikaribe biparêze wê destûr bide ku Tirkîye navçeya aram ava bike. Yanê her tişt girêdayî bazarîyê ye."

Tirkîye tevî hemû hişyarîyên Amerîkayê mûşekên Rûsî yên S-400î standibû, li ser vê Pentagon Tirkîyê ji projeya firokeyên F-35an derxistibû û rayedarên Amerîkî dabû zanîn ku ew ê gemaroyên CAATSAyê li ser Tirkîyê bisepînin. Lê belê tê gotin ku egera gemaroyan wê li gorî encama bazarî û guftugoyên li ser navçeya aram bêne dîyarkirin.