Panêlek li ser sîyaseta navdewletî û rewşa Kurdistanê
Enstutuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê DÎSA, bi Akademisyen Arzû Yilmaz re, panelek bi navê: "Di sedsala 21. da Guhêrînên Bestekên Polîtîqayên Navnetewî û Siyaseta Kurdistanê da" panelekî lidarxist.
K24- Amed
Enstutuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê DÎSA, bi Akademisyen Arzû Yilmaz re, panelek bi navê: "Di sedsala 21. da Guhêrînên Bestekên Polîtîqayên Navnetewî û Siyaseta Kurdistanê da" panelekî lidarxist. Di Panelê da, guhêrînênn di polîtîqayên navdewletî da û rewşa siyasî ya Kurdistanê hat nirxandin. Li Diyarbekirê, bi Akademisyena ku li ser rewşa siyasî û civakî ya Kurdistanê lêkolînên xwe bi maqale û nivîsên xwe radigihîne, Arzû Yilmaz ra, panelekî hat lidarxistin. Akademisyen û lêkolîner Arzû Yilmaz ragihand ku polîtîqayên grûbî diguhêrin û êdî bi pêqwendiyên demkî hevkariyên siyasî yên navdewletî tên kirin. Yilmaz da zanîn ku 2 xet di siyaseta Kurdistanê de jî peyda buye û ev jî metirsiya birakujî ango şerê navxweyî yê Kurdan peyda dike.
Arzû Yilmaz ku 3 sal xebatên xwe yên akademîk li Duhoka Herama Kurdistanê kiriye, balê kişand ku hêzên navdewletî û dewletên herema rojhiilata navîn, pêwendiyên xwe di serdema nû da bi şêwazên nû sazûman dikin û meseleya Kurd û Kurdistanê jî, di nav 4 dewletên heremê da, hatiye ciyekî wisa ku ne dikarin pêkve bijîn, ne jî dikarin veqetin.
Arzû Yimaz (akademisyen-lêkolîner), got:"Di polîtîqayên li ser Erdnîgariya Kurdistanê da, her diçe ji navendên dewletên ku pêva girêdayîne dûrketinekî heye. Polîtîqayên wan dewletan, Tirkiye, Iraq, Suriye û Îranê nikarin çareseriyeka bi Kurdan ra jiyanê pekbînin û nikarin jê qut jî bibin. Lê polîtîqayeke navendî ya Kurdistanê ku partî û hêzên Kurdan li ser lihev dikin jî tune ye. Loma jî, di paşerojê da daneyên heyî nîşaneya 2 metirsiyan dikin; yek rîkeberiyên di navbera Kurdan û navendên dewletên heremê ye, ya din jî di nav Kurdan da, derketina şerê navxweyî ye."
Panel bi beşdariya nivîskar, siyasetmedar û rewşembîrên Kurd ku piştî pêşkeşiya panelist, li ser mijarê boçûn û pirsên xwe parvekirin birêvaçû.
Rêvebirê DÎSA'yê û nivîskar Cûma Çîçek jî ji bo Kurdistan24 ragihand ku ew her meh li ser mijareke siyasî, civakî yan jî çandî xebatên wiha lidardixin û armanca wan ew e ku civaka Kurd, li ser pirsgirêk û mijarên xwe agahdarbin û beşdarî gengişiyan bibin.
Cuma Çîçek (rêvebirê DÎSAyê-nivîskarê lêkolîner), dibêje:"Em di 3 qadan da dixwazin alîkariya meseleya Kurd bikin. Meseleya yekem meseleya zimanê zikmakî ye, ya duyem meseleyên navxweyî û aşitiya civakê ye, ya sêyemîn jî lêkolînên heremî yên li ser bajar û herema ne. Em armanc dikin k udi navbera entelektuelên Kurdan û civaka Kurdan de pêwendî û nîqaş çêbibin û geşbin da ku tesir li ser meseleya Kurd bikin."
Di panele da hat ragihandin ku meseleya Kurd û Kurdistanê ji pêşketinên heremî û navnarteweyî qûtkirî nikarê bê nirxandin û hevhengî û hevsengiyên heremî û navneteweyî jî bandorê li ser çarenûsa Kurdistanê dikin.