Li Edenê teqînekê rû da û hejmarek polîs birîndar bûn

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê di dema derbasbûna minîbûseke polîsan de teqînekê rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê di dema derbasbûna minîbûseke polîsan de teqînekê rû da.

Îro danê sibê demjimêr nêzikê 7:30 li bajarokê Yuregîrê yê ser bi Edenê ve li dijî minîbûseke polîsan êrîşeke bombeyî hate kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê hejmarek polîs birîndar bûne û otomobîlên li nêzikê cihê teqînê jî zirar dîtin.

Piştî teqînê hejmarek zêde hêzên asayîşê û tîmên hawarçûnê gihiştin cihê bûyerê û birîndaran rakirin nexweşxaneyê.

Parêzgerê Edenê Mahmut Demîrtaş jî piştrast kir, êrîşek bombeyî hatiye kirin, lê rewşa birîndaran ne giran e.

 

S. B