HDP: Mafê parlementerên cezakirî di metirsiyê de ye
HDP radigihîne, eger heye mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji destê wan were standin.
K24 – Navenda Nûçeyan
HDP radigihîne, eger heye mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji destê wan were standin.
Serokê Firaksiyona HDPê Saruhan Oluç dibêje, eger heye li dijî HDPê dozên nû vebin û mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji destê wan were standin. Lê digel her tiştî jî ew dest ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bernadin.
Saruhan Oluç di derbarê destdanîna ser şaredariyan de jî diyar dike, li gor lêkolînên wan erkdarkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDPê, ne tenê alîgirên wan, di heman demê de dengdêrên AK-Partiyê jî nerazî kiriye.
Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze HDPê jinav bibe û nehêle siyaset bike. Lê ew li ser xebat û têkoşîna demokratîk rijd in.
Ev yek di demekê de ye, duhî Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya zindanîkirinê ya bo 3 Parlementerên HDPê Pero Dûndar, Musa Farisoglullari û Leyla Gûvenê cezaya hatibû dayîn, pesend kiribû.
S. B