Siyasetmedarên bakûr: "Rapirsina serxwebûnê dê paşeroja Kurd ronî bike"

Siyasetmedarên li Bakûrê Kurdistanê, di salvegera rîferandûma serxwebûnê da ragihandin ku Kurdên li Başûrê Kurdistanê, bi rêyên demokratîk û rewa bi dengekî bihêz îradeya xwe aşkere kirine û referandûma Serxwebûnê, li bakûrê Kurdistanê û hemû cîhanê jî bi piştgirî û kêfxweşî hatiye pêwazî kirin.

K24- Amed

Siyasetmedarên li Bakûrê Kurdistanê, di salvegera rîferandûma serxwebûnê da ragihandin ku Kurdên li Başûrê Kurdistanê, bi rêyên demokratîk û rewa bi dengekî bihêz îradeya xwe aşkere kirine û referandûma Serxwebûnê, li bakûrê Kurdistanê û hemû cîhanê jî bi piştgirî û kêfxweşî hatiye pêwazî kirin.

Di duyemîn salvegera rîferandoma serxwebûna Kurdistanê da siyasetmedarên li bakûrê Kurdistanê ragihandin ku li başûrê Kurdistanê bi rêyên demokratîk, rewa û rast û bi dengekî bi hêz ku ji 93'ê zêdetir e, pêkhateyên herema Kurdistanê îradeya xwe aşkere kirine. balhat kişandin ku bi kirina referandûmê destên Kurdan, ji bo destnîşana çarenûsa xwe xurt buye û ev jî ji bo hemû Kurdan ciyê şanaziyê ye.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurditanê PAK'ê Mistefa Ozçelîk, da zanîn ku wek dema kirina rîferandomê, piştre jî, sazî û partiyên li Bakûr jî piştigiya destnîşana îradeya gelê başûrê Kurdistanê kirine û bi lidarxistina referandûmê destên Kurdan ji bo daxwazên Kurdistaniyan xurt buye.

Mistefa Ozçelîk (serokê giştî yê PAK'ê), got:"Li bakûrê Kurdistanê piştî xendk û bariqatan û rewşa awarte ku şikesteke mezin peyda bû, bêdengiyeke mezin jî peyda bûbû. Lê referandûma serxwebûnê bû sedem ku careke din vejîn çêbibe û careke din hêst û bîr û baweriyên neteweyî û niştimanî geşbibin. Bi wê wateya xwe jî roleke girîng leyîst."

Siyasetmedarên Kurd balê kişandin ku rûdanên piştî 16'ê Cotmehê encamên nerênî peyda kiribin jî, bi rîferandomê, destên Kurdan ji bo pêkvejiyaneke wekhevî û ku nebejî ragihandina serxwebûnê xurt buye. Loma jî destkeftineke mezin ya dîrokî ye.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê Bayram Bozyel jî anî ziman ku rîferandoma serxwebûnê, piştî  têkoşîn, berxwedan, raperîn û û şoreşên gelê Kurd wek encamdayîn û serencameke. Bozyel anî ziman ku yekhêzî û yekhelwestiya siyaseta Kurdan jî weka rîferandomê pêkbê, dê destê Kurdan hem li hember dewletên heremê, hem jî hêzên cihanê xurttir bibe.

Bayram Bozyel (cîgirê serokê PSK'ê) dibêje:"Yanî dîroka Kurdistanê bi taybetî jî ya Herema Kurdistanê, mirov dikare wek beriya 25'ê Îlonê û piştî 25ê îlonê vebibêje. Konaxa serxwebûna Kurdistanê pêvajoyekiye û pêdivî bi pêkhatina hin şert û mercan hene, lê divê îradeya gelê Kurd div ê konaxê da diyar bibûya. Ew îradeya ku ew roj derketiye holê, dê her tim rêya Kurdan xweş û vebike, dê destên Kurdan xurt bike û asoya Kurdan jî ronî bike."

Hêjayî gotinê ye ku partiyên siyasî saziyên sivîl û kesayet û dezgehên civakî yên li bakûr, bi daxuyaniyan girîngî û taybetiya rîferandoma 25'ê Îlona 2017'an ragihandin û piştgiriya xwe aşkere kirin.