Biryara cezaya parlementerên HDP bo parlemanê hat şandin
Dadgeha Bilind a Tirkiyê birayara xwe ya di derbarê cezakirina parlementerên HDPê de birê kir Serokatiya Parlemena Tirkiyê û egereke mezin e mafê parlementeriya 2 parlementerên HDPê ji dest wan were standin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Bilind a Tirkiyê birayara xwe ya di derbarê cezakirina parlementerên HDPê de birê kir Serokatiya Parlemena Tirkiyê û egereke mezin e mafê parlementeriya 2 parlementerên HDPê ji dest wan were standin.
Di çarçoveya doza KCKê de Parlementerên HDPê Musa Farisogullari bi 9 salan û Leyla Guven jî bi 6 sal û 3 mehan hatibûn cezakirin û Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî cezaya wan pesend kiribû.
Hat zanîn dadgehê biryara xwe ji Parlemena Tirkiyê re birê kiriye û ger biryar di kombûna parlemenê de were rojevê, dê mafê parlementeriyê ji destê Musa Farisogullari û Leyla Guvenê were standin.
Duhî Serokê Firaksiyona HDPê Saruhan Oluç di vê derbarê de gotibû, eger heye li dijî HDPê dozên nû vebin û mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji destê wan were standin.
S. B