Hevserokê HDPyê: Desthilata Tirkiyê berdewamiya xwe di şer de dibîn e

Hevserokê HDP dibêje, desthilata Tirkiyê berdewamiya xwe di şer de dibîn e û şer jî dibe sedemê hejariya welatiyan û xerabûna welat.

K24- Hewlêr

Hevserokê HDP dibêje, desthilata Tirkiyê berdewamiya xwe di şer de dibîn e û şer jî dibe sedemê hejariya welatiyan û xerabûna welat.

Hevserokê HDP Sezaî Temelî da xuyakirin, aboriya Tirkiyê di pênc salên dawî de sedî 30 biçûk bû ye û sedemê yekemîn jî, siyaseta tund û şerxwazî ya desthilatê ye.

Da xuyakirin, xelk êdî debara xwe nikare bike, lê Serokomar li aliyekî S-400an dikire, li aliyê din bi Trump re jî, bazariya çekan dike û hewl dide mûşekên atomî dirust bike.

Temelî got, sedemê xerabiya rewşa welat, siyaseta şerxwaziyê ye. Alav û hêzên leşkerî, ku liser sînorê Sûriyê hatine komkirin, û Operasyonên liser sînorê başûrê Kurdistanê, tenê ji bo berdewamiya desthilata xwe ye û welat dixe rewşek pir xerab.