Pispor avakirina partiyen nû niqaş dike

Li Tirkiyê nîqaşên li ser avakirina partiya Ahmet Davutoglu û Alî Babacan berdewam dike. Li gor hin pisporan ev partî dê bandoreke mezin li ser sîyaseta Tirkiyeyê bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan jî derfetên nû nû derxîne meydanê.

K24- Stenbol

Li Tirkiyê nîqaşên li ser avakirina partiya Ahmet Davutoglu û Alî Babacan  berdewam dike. Li gor hin pisporan ev partî dê bandoreke mezin li ser sîyaseta Tirkiyeyê bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan jî derfetên nû nû derxîne meydanê.

Li Tirkiyê ev çend mehin yek ji  mijarên herî giring amadekariyên avakirina  partiyen nû ji aliye serokwezîrê berê yê  Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu û wezîrê darayî yê berê Alî Bababacan e. Piştî dûrxistina   Ahmet Davutoglu jinav  Akpartiyê  jî ev  amadekariyên partiyên  nû  hêj  bileztir bûye.

Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Îlhamî Işikê ku wek nêzîkî tîma Davutoglu tê zanîn  dibêje partiya bi serpiriştiya Davutoglu bê avakirin  dê di meha mijdarê de bi awayeke fermî bê  ragihandin û ev partî dê ji  welatiyên Tirkiyê piştgiriyek mezin bistîne.

Îlhamî Işik (nivîskar û şîrovekarê sîyasî), got: ''Ev 17 salin akpartî li ser desthilatê ye, êdî dema wê  tije bûye û  nikare pirsgirêkan çareser bike.Xeletiyên desthilata niha yên di warê dadwerî û aborî de êdî ji aliye welatiyên muhafazakar ve rastî bertekan tê. ji ber wê jî ev civak êdî li partiyên nû digere.Me di hilbijartina 23ê hezîranê de jî dît ku  hem Kurdan hem jî  civaka muhafazakar bertekek dijwar nîşanî hikûmeta niha da.Ez bawerim di hilbijartina bê de ev bertek dê hêj zêdetir bibe.''

Rojnamaevan Oral Çalışlar jî radgihîne li Tirkiyê pêwîstî li sîyaseteka hemî aliyan qebûl bike heye ji ber wê ev partiyên nû dê li gor van daxwazan bê avakirin . Çalişlar herwiha dîyar jî dike bi avakirina partiya Davutoglu û Babacan ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurdan jî hin derfetên nû dê derkeve meydanê.

Oral Çalişlar (rojnamanevan) dibêje:''Em  dibinin ku li Tirkiyê pêwîstî li sîyaseteka hemû aliyan qebûl bike heye.Bi baweriya min hem Davutoglu hem jî Babacan  dê sîyasetek wisa bidin pêşiya xwe.Li gor min ev partiyên nû dê bi awayeke erênî nêzîkî pirsgirêka Kurdan bibe. Ev jî dê hem dinav Akpartiyê de hem jî dinav CHP de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan hin derfetên nû derxîne meydanê.

Li gor piraniya  pispor û rojnamevanan partiya Davutoglu û partiya Babacan dê bandoreke mezin li ser sîyaseta Tirkiyê bike. Li gel vê yeke jî pispor diyar dikin  ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan ,başkirina aborîyê û di warê demokrasiye de ew pêşbînî dikin hin gavên erênî  bên avêtin .