Li Tirkiyê HDP tifaqeke nû ava dike û rewşa tifaqên heyî jî nediyare

Li Tirkiyê çend rojên din parlemento vedibe û heyama nû ya siyastê dest pê dike. Ligel vê yekê partiyên siyasî jî amadekariyê xwe dikin. Aliyekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP hewla avakirina tifaqeke berfireh dide.

K24- Enqere

Li Tirkiyê çend rojên din parlemento vedibe û heyama nû ya siyastê dest pê dike. Ligel vê yekê partiyên siyasî jî amadekariyê xwe dikin. Aliyekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP hewla avakirina tifaqeke berfireh dide. Aliyekê jî Tifaqa Cumhur ku serkêşiya wê Ak Partî dike Tifaqa Milet ku serkêşiya wê Partiya Komarî CHP dike hewl didin tifaqên xwe biparêzin. HDP dibêje ew ê ji bo aştiya Tirkiyê tifaqa Demokrasiyê ava bikin. Pisporên siyaseta Tirkiyê jî dibêjin kêşeyên din ava tifaqa Cumhur û Miletê de wê zêdetir bibin û egera hilweşîna wan jî heye.

Li Tirkiyê di 1ê Cotmehê parlemnto vedibe û beriya vê yekê di siyaseta navxweyî de jî rojev germ e. Beriya Ku parlemnto weve partiya Demokratîk a Gelan HDP piştî hilbijartina Stenbolê ya hatiye dubarekirin behsa rêya alternatîf a seyem kiribû û ji bo vê yekê hevdîtin dikirin. HDP di heyama nû de bi hemû layenên mûxalif û saziyên sivîl re dixwaze ku tifaqa demokrasiyê ava bike.

Wekîlê Serokê koma HDPê Saruhan Oluç diyarkir ku hevdîtinên wan erênî derbas dibe, dê rojên bê de qonaxeke nû bidin destpêkirin bo tifaqa demokrasiyê û deriyê wan bi şertekê ji bo partiyên nû ya Alî Babacan û Ehmed Dawutoglu vekiriye.

Saruhan Oluç (wekîlê serokê koma HDPê) dibêje: Di çarçoveya tifaqa demokrasiyê de xebateke me berdevam dike. Bi hejmareke zêde saziyên sivîl, bi patiyên di parlementoyê de û derveyî parlementoyê hevdîtinên girîn me kirin. Rojên pêşiya me de em ê van hevdîtinên xwe berdewam bikin. Li Tirkiyê ji bo ku serdestiya hiqûqê hebe, edalat, demokrasî û aştiyê bê avakirin em tifaka Demokrasiyê ava dikin. Partiyên nû di çareseriya meseleya Kurd de û xurtkirina demokrasiye de bibin alîkar deriyê me ji bo wan jî vekiriye.

Ligel vê yekê yek jî mijara ku di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de tê nîqaşkirin rewşa tifaqa Cumhurê ku ji Ak Partî û MHP pêk tê û ya tifaqa Miletê ku ji CHP, partiya ÎYÎ û partiya Sadetê pêk tê ye. Bi boçûna pisporê siyaseta navxweyî yê Tirkiyê Tevfîk Erdem alozî û nerazîbûn nava her du tifaqan de jî heye û partiyên nû her ku diçe rêjeya dengê partiya deshilatdar Ak Partiyê kêm dike.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem (pisprê siyaseta navxweyî), got: Di nava Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milatê de heriqas xuya neke jî kêşe hene û dê kêşeyên nû jî xwe bidin der. Ji ber ku Ak partî dixwaze partiya Sadet û partîya ÎYÎyê tevlî tifaqa cumhur bike û Kurdan nêzîkê xwe bike.

Hevkarê Ak Partiyê MHP ji vê yekê eciz e. Nêzîkbûna CHPê bi HDPê re jî partiya Îyî yê eciz kiriye. Herwiha Alî Babacan û Ehmed Dawutoglu jî her ku diçe rêjeya dengên xwe zêde dikin û dengên Ak Partiyê kêm dikin. Ji loma jî di siyaseta Tirkiyê de tifaqên nû yên berfireh dê bêne avakirin.

Li gorî encamên hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an rêjeya dengê tifaqa Cumhurê ji sedî 53 ya tifaqa Miletê ji sedî 33 û rêjeya dengên HDPê jî sedî 11ye. Li gorî kopmanyayên rapirsiyan partiya Alî Babacan û ya Ehmed Dawutoglu jî ji tifaqa Cumhur û Ak Partiyê ji sedî 8 deng distînin. Ji loma jî pipsor dibêjin di rewşa heyî de tu tifaq nabin deshilatdar ji ber vê yekê eger heye tifaqên heyî hilweşin û yên berfirehtir bêne avakirin.