Çavuşoglu: Amerika me dide mijûl kirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, plana avakirina Herêma ewle ya bi Amerîkayê re gav bi gav qonax bi qonax e. Piştî derketina YPG, ew dikarin bi hêzên herêmî re kar bikin. Niha Amerîka hêdî tevdigere û wan mijûl dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, plana avakirina Herêma ewle ya bi Amerîkayê re gav bi gav qonax bi qonax e. Piştî derketina YPG, ew dikarin bi hêzên herêmî re kar bikin. Niha Amerîka hêdî tevdigere û wan mijûl dike.

Da xuyakirin, ew ji şêwaza rêvebirinê nerazî ne û eger rewş weha berdewam bike, ew dê bixwe bikevin herêmê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu got:

“Armanca me ya sereke, derxistina terorîstan e. Piştî derketina wan, em dikarin bi Amerîka û hêzên herêmî re kar bikin. ne bi YPG û PYD re.

Pişti avabûna herêma ewle, ji bo vegera penaberan alîkarî pêwîst e. Welatên penaberan naxwazin, divê zêdetir alîkarî bidin.

Plan gav bi gav, qonax bi qonax e. Damezrandina navenda operasyona hevbeş, çavdêriyê hevbeş, durxistina YPG, derbasbûna hêzên me, çêkirina xalên çavdêrî û baregehên serbazî.

Em ji asta heyî nerazî ne. Me ji rayedarên Amerîkî re aşkera gotiye. Em dibînin, Amerîka me mijûl dike, hêdî tevdigere. Eger em  bi hev re nekin, rêyek dimîn e, ku em bixwe bikevin herêmê û wê derê paqij bikin. Ev ne tenê ji bo penaberan e, ev mijara ewlekariya me ya netewî ye”.

 

 

 

C.B