CHP konferanseke navdewletî bo krîza Sûriyê girê dide
Partiya Gel a Komarê (CHP) di derbarê çareseriya pirsa Sûriyê de îro li Stenbolê konferansek saz dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Gel a Komarê (CHP) di derbarê çareseriya pirsa Sûriyê de îro li Stenbolê konferansek saz dike.
“Konferansa Sûriyê ya Navnetewî” dê li Stenbolê bi rê ve biçe û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê gotar pêşkêş bikin.
Konferans digel piştgirîkirina hewlên navnetewî ya ji bo çarseriya Sûriyê tê de pirsa penaberan, pêşhatên Idlibê û çawaniya bidawîanîna krîza wî welatî werin gotebêjkirin.
Derbarê naveroka vê konferansê berî 3 rojan Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba kongreyeke medyayê lidarxist û tê de diyar kir, her diçe şerê li Sûriyê kûr dibe û pêwîst e li Sûriyê çareseriyen li ser bingeha mafên mirovan bên peydakirin.
Pêştir, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû, ew ê her du aliyan, aliyê li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîgirên Beşar Esad vexwînin wê konferansê, lê PYD û YPGê venaxwînin.
Hejmarek mamosteyên zanîngehê, rojnamevan û siyasetmedar dê beşdarî konferansê bibin.
S. B