Nîqaşên si ser Devera Aram didomin
Nîqaşên derbarê "Devera Aram" de didomin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku heger Amerîka heta dawiya meha îlonê li ser "Devera Aram" gaveke bi dilê wan nehavêje dê li çareser serê xwe binihêrin. Ji
K24- Amed
Nîqaşên derbarê "Devera Aram" de didomin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû ku heger Amerîka heta dawiya meha îlonê li ser "Devera Aram" gaveke bi dilê wan nehavêje dê li çareser serê xwe binihêrin. Ji gotinên rayedarên Tirkiye û Amerîkayê diyar dibe ku Amerîkayê pêşniyazên Tirkiyeyê napejirîne. Li gorî nirxandina pisporên Rojhilata Navîn, bêyî ku Amerîka rê bide, Tirkiye nikare operasyoneke serbazî bibe ser Rojava. Heman pispor amaje dikin ku, divê Tirkiye dest ji polîtîkaya bicihkirina penaberên Ereb li ser ava Rojava jî berde.
Di destpêka meha Tebaxê de di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser rojhilatê Çemê Feradê bingeha "Devera Aram" hat amadekirin. Heta niha nêzî 10 gerên çavdêriyên yên hevbeş yên asmanî û bejahî li ser Rojhilatê Çemê Feradê pêk hatine. Lê rayedarên Tirkiyeyê gerên hevbeş têr nabînin û dixwazin ku YPG 20 kîlometreyan ji sînor vekêşe û li vê derê ji bo milyonek heta 2 milyon penaber avahî werin çêkirin. Mamosteyê Beşa Pêwendiyên Navdewletî ya Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal got; armanca Tirkiyeyê ji bicihkirina Ereban ew e ku demografiya navçeyê biguhere.
Vedat Koçal (mamosteya Zanîngeha Dîcleyê) dibêje:"Li Tirkiyeyê ji ber qeyrana aborî û encamên hilbijartinên dawî desthilatdar di nava rewşeke zehmet de ye. Li gel vê yekê di nava hêzên navdewletî de li ser Rojhilata Navîn rikeberiyeke mezin heye. Ji ber van her du sedeman Tirkiye jî operasyoneke serbazî li hemberî Rojava tîne rojevê. Ya rast armanca Tirkiye, Sûrî û iraqê ew e ku pêşiya yekitiya neteweyî ya Kurdan bigirin. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze penaberên Sûrî li vir bicih bike."
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan heta dawiya îlonê mohlet dabû Amerîkayê, ew mohlet bi dawî dibe. lê ne diyar e dê Tikriye operasyonekê bike yan neke. Di vê navberê de Tirkiye ev du hefte ne, hejmara hêzên serbazî, tîmên tendûrîstiyê û tîmên hawarçûnê li bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê zêde dike. Li gorî nirxandina pisporên Rojhilata Navîn, armanca Tirkiyeyê bi van gavan ew e ku xwe li qadê nîşan bide da ku daxwazên xwe bi Amerîkayê bide qebûlkirin. Ji aliyê din ve Amerîka li ser alîkariyê serbazî ji bo YPG'ê berdewam e. Şîrovekarê siyasî Cano Amedî jî dibêje; Tirkiye dixwaze tişta ku li Efrînê kirî li van bajarên din ên Rojava jî bike lê divê Kurd li hemberî vê planê bibin yek.
Cano Amedî (şîrovekarê siyasî) got:"Divê stratejiyeke li ser berjewendiyên Kurdan were destnîşankirin. Divê hemû hêzên Rojava bi hev û din re hevkariyê bikin û li hemerî dagirkeriya Sûrî û Tirkiyeyê helwesteke Kurdistanî bigirin."
Herî dawî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan plana Tirkiyeyê ya derbarê "Devera Aram" de pêşniyazî rayedarên Amerîkî kir. Li gorî hûrgiliyên planê, Tirkiye dixwaze bi piştgiriya fonên biyanî di nava 20 kîlometre kûrahiya axa Rojava de 200 hezar avahî çêbike û heta 2 milyon penaberên Sûrî lê bicih bike. Tirkiye hebûna YPG li Rojava li hemberî xwe wekî gefekê dibîne lê Amerîka jî YPG wekî hevalbendê xwe yê li dijî DAÎŞê dibîne. Pêdagiriya her wu welatên endamên NATO'yê ya li ser Rojava dê bi xwe re encamên çawa bîne nediyar e.