Erdogan: Emê firokeyên şer durist bikin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Amerîka firokeyên F-35 nade wan, lê çawa wan karîne keştiyên şer û helîkopteran dirust bikin, ewê firokeyên xwe jî dirust bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Amerîka firokeyên F-35 nade wan, lê çawa wan karîne keştiyên şer û helîkopteran dirust bikin, ewê firokeyên xwe jî dirust bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di merasîmeke pîşesaziya leşkerî de da xuyakirin, hê berê Tirkiye bi pereyên xwe carinan nekariye keştiyên şer û firokeyên şer bikire. Niha çawa karîne helîkopterên şer û keştiyên şer dirust bikin, ewê bikaribin firokeyên şer jî çê bikin.

Erdogan da xuyakirin, ew dixwazin heta 2023 di warê pîşesaziya serbazî de ti pêwîstiya wan bi derve nemîne. Lê ji bo ew negihin vê armancê, her tim ew bi fişar û astengîyên derve re rû bi rû dimînin, lê êdî Tirkiye şiyar bûye û kesên Tirkiye nas nekirine ji vir û pê ve dê baştir nas bikin.

Piştî ku Tirkiyê di meha Tîrmehê de mûşekên S-400 ji Rûsyayê bo Tirkiyê hatin veguhestin, Amerîka Tirkiye ji bernameya hilberîna frokeyên F-35 de derxistibû û pêşiya kirîna mûşekên patroît jî girtibû û Washîngtonê biryar dabû ku gemaroyên giran li ser Tirkiyê karîger bike.

 

S. B