Asayîşa Tirkiyeyê bi ser malekê dada 8 kes desteser kirin û yekî jî canê xwe ji dest da
Asayîşa Tirkiyeyê li Mêrdîna bakurê Kurdistanê bi ser malekê de girt. Kesekî canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî hatin desteserkirin.
K24- Hewlêr
Asayîşa Tirkiyeyê li Mêrdîna bakurê Kurdistanê bi ser malekê de girt. Kesekî canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî hatin desteserkirin.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, hêzên asayîşê li bajarokê Artukluyê, Taxa Îstasyonê operasyonek dijî malekê encam da û di akam de gerîlayeke PKKyê ko amedekariya êrîşên bombeyî dikir canê xwe ji dest daye.
Lê li gor medaya yên nêzik ji PKKyê jî, ew gerîla di 27ê Îlonê de li bajarokê Dêrikê, di encama şerekî de birînda bûye û xwe li malekî bajarokê Artukluyê veşartiye. Hêzên Asayîşê jî îro dijî wê malê operasyon encam dane û gerîlayê PKKyê daku nekeve destên hêzên asayîşê, dawî bi jiyana xwe aniye. Herwiha 8 kes ji wî malî jî hatîne desteserkirin.