HDP piştgiriya daxwazên dayîkan dike
Li Diyarbekrê, ev 28 roj in, dayîkên leşker û polîsên dewleta Tirk, ku ji aliyê PKK'ê ve hatine dîl girtin û dayîkên, kesên ku beşdarî PKK bûn e, ji bo vegerîn û berdana zarokên xwe di çalakiya rûniştinê de ne.
K24- Amed
Li Diyarbekrê, ev 28 roj in, dayîkên leşker û polîsên dewleta Tirk, ku ji aliyê PKK'ê ve hatine dîl girtin û dayîkên, kesên ku beşdarî PKK bûn e, ji bo vegerîn û berdana zarokên xwe di çalakiya rûniştinê de ne. Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê piştgiriya daxwazên dayîkan dikin, lê dilgiraniya xwe ji bikaranîna dayîkan dikin. Rêvebirên Partiya Dad û Geşepêdanê AK-Partiyê jî, HDP'ê bi berpirsyariya kesên beşdarî PKK'ê dibin, tawanbar dikin.
Li Diyarbekirê dayîkên ku zarokên wan bi PKK'ê re ne û yên ku zarokên wan ji aliyê PKK'ê va hatine dîlgirtin, 28 roj in li ber avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dayîk daxwaz dikin ku zarokên wan vegerin û siyastmedar û partiyên siyasî jî berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin.
Hevserokê HDP'ê yê Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan anî ziman ku ew rêz li daxwazên dayîkan û çalakiya wan digirin û tiştê ku ji destên wan were, ji bo bicihanîna daxwazên dayîkan amade ne ku bikin. Ceylan ragihand ku dayîk ji aliyê hin aliyên siyasî ve tên bikaranîn û di ser dayîkan re tê xwestin ku HDP'ê reş bikin. Hevserokê HDP'ê bal kişand ku wan weki partî vê mijarê birine parlamentoya Tirkiyeyê, lê hatiye redkirin û diyar kir ku hikûmet û hin derdor bi vî awayî dixwazin HDP'ê tengav bikin.
Zeyad Ceylan (hevserokê HDP'ê yê Diyarbekirê) got: "Çûne ku malabatekî razî bikin, bînin çalakiyê, lê ji ber razî nebûne, avêtine ser mala wan û desteser kirine. Disa malbatekî jî ji ber teziya wan çêdibe ji vir diçe, em pê hesiyan ku havêtine ser mala wan û texmîna me çima ku dev ji çalakiyê berdane ye sedem. Ji ber vê yekê yên ku van malbatên me, van dayîkên me anîne vir, niyeta wan ne ew e ku ji derdê wan re, ji pirsgirêkên wan re bibin çare û derman, niyeta wan ew e ku HDP'ê krîminalîze bikin, tawanbar bikin û bi ser HDP'ê da werin."
Aliyên HDP'yî radigihînin ku ji ber hikumet ji danîna qayiman re bersîvek nedît û piştigiriyeke bihêz ji bo HDP'ê çêbûye bişikînin, ev çalakî ji aliyê Hikumeta Tirkiyeyê ve te piştgirîkirin.
Serokê Ak-Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê Suleyman Serdar Bûdak jî ragihand ku ew malbatên çalakiyê dikin, ji ber HDP'ê wekî navgîneke ku ji PKK'ê re çekdaran dişîne dibînin, wê çalakiyê li wir li dar dixin. Bûdak ragihand ku ew jî daxwaza ku ew dayîk bigihîjin zarokên xwe dikin.
Suleyman Serdar Bûdak (serokê AK-PARTÎ yê Diyarbekirê) got: "28 roj in, malbat li ber deriyê HDP'ê rûniştîne. Çima li wê derê rûniştine? Ji ber ew wisa bawer dikin ku zarokên wan ji wê derê, ji bo çiya tên şandin. Min di nûçeyan da dît ji HDP'ê betaniye hatine derxistin. Ew der otel nîn e, ew betaniye çima li wir in? Yanî şik hene û malbat jî bi hin tiştan dizanin loma li wir rûniştine. Hêviya me ew e ku hemû dayîk bigihîjin zarokên xwe ku hatine xapandin."
Çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê, di 3'ê Îlonê de dest pê kiribû hîn jî berdewam e. Li gorî agahiyên hatine ragihandin heta niha 46 malbat beşdarî çalakiyê bûne û niha jî teqrîben 20 malbat çalakiya xwe didomînin.