Erdogan: Ejdîhaya nivistî bi agah dihîn in

Serokê komara Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, ragehand: Ew welatên sizayan bi ser Tirkiyê re dispînin , ejdîhayeke nivistî bi agah dihînin û divê ew encamên wê helgirin.

K24- Hewlêr

Serokê komara Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, ragehand: Ew welatên sizayan bi ser Tirkiyê re dispînin , ejdîhayeke nivistî  bi agah dihînin û divê ew encamên wê helgirin.

Li Stenbolê, Erdogan di merasîma bikarxistina keştîyeke serbazî ku ji alîyê welatê wî hatibû duristkirin, hoşdarî da wan welatên dixwazin sizayan bi ser Tirkiyê re bisepînin  û got: Ew ejdîhaya nivistî careke din bi agah dihînin.

Erdogan behsa wê yekê jî kir, ku Tirkiya di rêzbenda wan 10 welatan de ye ewên gemîyên cengî çê dikin.

Xuya jî kir, 5 kompanîyayên Tirkiyê çûyîne di nav lîsta wan 100 kompanîyayên cîhanî di warê berevanîyê de pêşengin û berhem hene.