HDP daxwaza gûhertina yasaya terorê dike
Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî daxwaza gûhertina yasaya terorê dike li Tirkiyê û radigehîne, pêwîste çaksazî di dagehên Tirkiyê de bihête kirin.
K24- Hewlêr
Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî daxwaza gûhertina yasaya terorê dike li Tirkiyê û radigehîne, pêwîste çaksazî di dagehên Tirkiyê de bihête kirin.
Temellî li Stenbolê di kombûnekê de li gel hejmareke komeleyan li bajarê Stenbolê ragihand: Divê çaksazî li dagehan bihên encamdan û destûra Tirkiyê jî bi rêkkevtina civakî bihêt hevwarkirin.
Temellî got jî, bi rêya yasaya terorê mafê pişkeke mezin ji hevwelatîyan hatîye xwarin û pêwîste ew yasa jî bihêt guhertin.
Daxwaz ji perlemantaran jî kir, ku erk û mafên xwe bizanin û nekevin jêr bandora Receb Teyîb Erdogan, serokê Tirkiyê.
Ev di demekê de ye, evro komîteya giştî ya perlemana Tirkiyê kom dibe û dûv re jî werza nû ya yasadanana perlemana wî welatî dest pê dike.
Biryare jî li gel destpêkirina werza nûya yasadananê di perlemana Tirkiyê de, Receb Teyîb Erdogan, serok komarê Tirkiyê pişikdar dibe û çaksazî jî di dadgehan de giringtirîn mijar dibe ku perleman gotûbêjan derbarê wê bike.